Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê Tom Barrack besha pêla şerê li Minbic û Siwêdayê kir û xwest hemû alî pabendî diyalogê bibin.
Her wekî eşkere kir ku ew hewl didin bi tevlîbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bighêje welatekî hevgirtî.
Tom Barrack li ser malpera xwe ya X’ê bi belavokekê behsa şerê li Minbic û Siwêdayê kir û wekî bûyerên tund û tirsnak bi nav kir.
Tom Barrack: Dîplomasî rêya herî baş e ji bo rawestandina tundî û avakirina çareseriyek aştiyane û mayînde ye
Barrack got ku bi rêya dîplomasiyê çareseriyeke aştiyane û mayînde tê avakirin.
Tom Barrack em ji bo çareseriyekê li Siwêda û bi alîkariya Feransa tevlîbûna Bakur-Rojhilat di nava Sûriyeke yekgirtî di nava hewldanan de ne
Nûnerê Amerîkayê got ku welatê wî ji bo dîtina çareseriyekê li Siwêda û bi alîkariya Feransa tevlîbûna herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava Sûriyeke yekgirtî de di nava hewldanan de ne.
Tom Barrack: Rêya pêşveçûnê di destê Sûriyan de ye, divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Dawiyê Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê Tom Barrack diyar kir ku rêya pêşveçûnê di dest Sûriyan de ye û divê pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.


