Meclisa bajarê Hesekê, bi alîkariya Komîteya Jeneratoran civînek ji bo xwediyên jeneratoran û xwediyên dikanên bazirganiyê li dar xist.
Armanc ji vê civînê birêxistinkirina bihayê ampêran û dabeşkirina nirxê ampêrên malan ji yê bazirganiyê ye.
Rêveberê Desteya Jeneratoran Yûnis Mehmûd diyar kir ku di civînê de bihayê ampêrên dikanan, li hember xebitandina jeneratoran rojane 10 saetan, bi 10 dolarî mehane hate diyarkirin.
Mihemûd tekez kir ku ev biryar bi razîbûna xwediyên jeneratoran û dikanan bû.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 31’ê Tîrmehê, li bajarê Hesekê xwediyên dikanên bazirganiyê yên bajêr bi taybet ên taxa Miftî li hember biryara Desteya Sotemeniyê, li bazarê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.
Desteyê, nirxê ambêran li şûna 6 dolarî bi 20 dolarî mehane diyar kir û da zanîn ku ew êdî destekê nade xwediyên jeneratoran.
Komîteyê ragihand ku ew ê tenê destekê bide jeneratorên ku ambêran didin malan. Lewma xwediyên dikanan bi hêrs bûn û ev biryar bi “ne adil” wesifand ku bi awayekî neyînî bandorê li bazirganiya wan dike.



