Li Reqayê bi armanca nirxandina rewşa koçberan û nîqaşa mafê wan ê vegera ser xaka xwe, komxebata siyasî pêk hat û bi encamnamyekê bi dawî bû.
Ji xalên encamnameyên ew bû ku divê hemû koçber bêyî tu şertan bi ewle vegerin warên xwe û teqezî li ser peymana 10’ê adarê û bi teybetî xala vegera koçberan bû.
Komxebat bi beşdarbûna nûnerên herêmên Bab, Ezaz, Cerablus, Tel Eran, Til Hasil, Minbic û kesayetên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên herêmê bi rê ve çû.
Her wekî li ser koçberkirina bi zanebûn (armanc, sûcdar), êşa koçberan a li derve û hundir û mafê vegerê di nêrîna siyasî û neteweyî de nîqaş hatin kirin.



