Partiya pêşverû a kurd li Sûriyê xwest ku kongreyek niştîmanî a berfireh ku hemû pêkhateyan digre nava xwe pêk bê.
Her wiha partiyê pabendbûna xwe bi konferasa kurdî anî ziman û xwest dinavbera şandeya kurdî û rêveberiya xweser koordînasyonek hebe.
Partiya pêşverû a kurd li Sûriyê der barê geşedanên li Sûriyê daxuyaniyek da.
Partiyê da zanîn ku rêveberiya nû bi kongreya qaşo niştîmanî, destûr û Meclisa gel hemû daxwzên gelê Sûriyê paşguh kir û got.
“li rex van jî buyerên tundijtiyê jî li perava Sûriyê, teqîna mal Iliyasê û şerê li Siwêdayê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bir.”
Partiya pêşverû ev hemû şermezar kir û xwest ku bi beşdariya hemû pêkhateyan, kongreyek neteweyî ya berfireh li dar bixin da ku nexşerêyek ber bi avakirina dewletek demokratîk, piralî û nenavendî ve were xêzkirin.
Partiyê pabendbûna xwe bi encamên konferansa yekrêzî û yekhewlesta kurd a li Qamişlo nîşan da.
Partiyê eşkere kir ku pêwîste rola şandeya kurdî were aktîvkirin da ku mafên gelê kurd li Sûriyê were bidestxistin.
Di dawiyê de Partiya pêşverû a kurd li Sûriyê girîngiya avakirina mekanîzmayeke hevrêziyê ya bi bandor di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya danûstandinê ya Kurdî de, bi awayekî ku xizmeta doza Kurdî û pirsgirêka Sûriyeyê bi giştî bike, teqez kir.



