Meclisa Tenduristiyê ya însiyatîfa alîkariyê li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê xizmetên tenduristiyê û dermanan bê pere dide şêniyan.
Meclisa Tenduristiyê ya taxên kurdî li Helebê da ku pêwîstiyên şêniyan ji derman û tedawiyê peyda bikin, insiyatîfeke alîkariyê da destpêkirin.
Meclis li gorî raporên bijîşkan dermanan bê pere dide nexweşan.
Ji destpêka meha Tîrmehê ve ev kar tê kirin.
Meclis dermanên nexweşiyên dil, şekir, tansiyon, rebû û her wekî din li gorî raporên bijîşkan dide nexweşan.
Belavkirin bi rêya Meclisa Şehîd Gulê Selmo, Meclisa Şehîd Gelhat, Meclisa Şehîd Cengîz û Meclisa Eşrefiyê bi hevkariya komînan bi rê ve diçe.
Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Osman Şêx Îsa axivî û got:
Em armanc dikin ku dermanan ji kesên hewcedar re bi cî bikin.”



