Li gundewarên Humsê di êrişeke çekdarî ya li dijî mala wan de, 2 zarokên birayên hev ên malbateke Elewî, hatin kuştin û xwişka wan birîndar bû.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li gundê Qeniyet El Asa yê nêzî devera Ciborîn a Humsê 2 çekdaran êrişî malekê kir û 2 zarok kuştin û xwişka wan birîndar kir.
SOHR’ê diyar kir ku berî vê bûyerê motorsîklêtek hatiye dizîn û ev agahî parve kir: “2 çekdaran bi ser mala şêniyekî Elewî de girt û gule li zarokan reşandin. Di encamê de 2 zarok hatin kuştin û zarokek jî birîndar bû.”



