Li bajarê Los Angeles a girêdayî Eyaleta California ya Amerîkayê di şahiyekî de êrîşeke çekdarî çêbû, di encamê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Daîreya Polîsan a Los Angelesê daxuyaniyek li ser buyerê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di êrîşê de kesekî bi navê Gregory Derisso ku 52 saliye li cihê bûyerê û jinek jî li nexwaşxanê jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyar kirin 6 kes birîndar bûye ku yek ji wan rewşa wî giran e.
Serokê Şarederiya Los Angelesê Karen Bass, li ser Hesabê xwe ya X’ê daxuyaniyek da û ji malbatê windahiyan re sersaxî xwest.



