Vê êvarê, piştî danûstandina komxebata piştgiriya jinên Siwêda bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de komkujiyên li Siwêda hatin şermezarkirin û komxebat bi van biriyaran di dawî bû:
Komkujiyên têne kirin werin şermezarkirin û bi dawî kirina sûcên li dijî sivîl û jinan.
Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan bê cûdahî erkê xwe pêk bîne.
Bang li Neteweyên Yekbûyî da ku zextê bike ji bo dawîkirina dorpêça li ser Siwêda.
Hevkariya ji bo derbsbûna şandeyên navneteweyî ji bo sûcan bi şopîne.
Koçberî û guhertina demografî were redkirin.
Hesab xwestina ji hemû kujer û kesên ku destê wan di komkujiyan de hene.
Hemleyên ragihadinê yên hevbeş ji bo pênasekirina rewşa jinên Siwêda werin lidarxistin.
Bang li jinên Siwêdayê were kirin ku xwe birêxistin bikin û perwede bikin da karibin parastina xwe ya rewa pêş bixin.



