Şehîd Avesta Xabûr di 2. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Sembola Berxwedana Serdemê ya Efrînê Avesta Xabûr di duyemîn salvegera şehadeta xwe de bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar axivî û diyar kir ku bi qehremaniya Avesta Xabûr û hevalên wê, serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Rojda Şiyar teqez kir ku YPJ’ê wê ala berxwedanê bilintir bike û hemû jinan û gel biparêze.

20 Çile 2018’an dewleta Tirk a dagirker û bi hezaran çeteyên wê êrişî bajarê Efrînê kir.

Bi pêşengtiya YPJ’ê 58 rojan li dijî artêşa NATO’yê a 2. berxwedaniyek bê hempa hat meşandin.

Ev berxwedan bi çalakiya Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr ya 27 Çileya sala 2018’an gihişt lûtkeya xwe û rastiya berxwedana jin bi rengekî herî şênber nîşanî tevahî cîhanê da.

Fermandariya YPJ’ê jî bi boneya salvegera 2. a şehadeta Avesta Xabûr li stata 12’ê Adarê ya Qamişlo merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de Fermandara YPJ’ê ya Herêma Cizîrê Rojda Şiyar axivî û di şexsê şehîd Avesta Xabûr de hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anî.

Rojda Şiyar îşaret bi têkbirina DAIŞ’ê kir û diyar kir ku bi pêşengtiya jinên bakur û rojhilatê Sûrî destan û dîrokek nû hat nivîsandin.

Rojda Şiyar teqez kir ku ewê li dijî hemû êrîşan gelên xwe biparêzin.

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar di dawiya axaftina xwe de soza da ku ewê ala berxwedanê ya şehîd Avesta Xabûr û hevalên wê hildan bilintir bikin û artêşa jinê xurtir bikin.

Merasîma bîranînê bi sloganan bi dawî bû.

Back to top button