Nûnerên partî û saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di merasîma sersaxiyê ya şehîd Dilşêr Heleb û şehîd Welîd Ehmed de got dê fedakariyên şehîdan ronahiya rêya azadî û îstîqrarê bin.
Xelkê taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û koçberên Efrînê yên li Helebê sersaxî da malbatên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dilşêr Heleb (Mihemed Elî Kastin) û şehîd Welîd Ehmed. Dilşêr Heleb û Welîd Ehmed di 4ˊê Tebaxê de dema li ser erka xwe ya parastina herêmê bûn, şehîd bûbûn.
Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endama Kongra Star Hêvîn Mûsa axivî û diyar kir ku ev qonax hestiyar e û got: “Dê fedakariyên şehîdan azadî û îstîqrarê bînin.”
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê Ridwan Şemo diyar kir ku divê destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, werin parastin.
Di dawiyê de beşdaran sersaxî da malbatên her du şehîdan.



