Li Amerîka û Welatên Ewropayê ji ber germahiya zêde û xerabiya hewayê bi hezaran hekdar erd ji ber şewatê bûye xwelî.
Li gelek welatan ji bo vemirandina agir desterdan tên kirin.
Her wiha xelkên nêzî daristanan tên tehliyekirin.
Ji ber agirên dijwar zêdetirî 330 kîlometre-çargoşe daristanan a li eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê de şewitî.
Hewldanên ji bo kontrolkirina şewatên daristanê yên ku di 1’ê Tebaxê de li herêmên Santa Barbara û San Luis Obispo yên eyaletê derketine bênavber berdewam dikin.
Li gorî daneyên Daîreya Daristan û Parastina ji Agir a Kalîforniyayê, agirê Giffordê ku zêdetirî 330 kîlometre-çargoşeyî bandor kiriye, tenê ji sedî 9 hatiye kontrolkirin.
NBC News ragihand ku zêdetirî hezar û 900 agirkujan beşdarî vemirandina agir bûne.
Kamendên agirkujiyê gotin ku 3 kes ji ber şewatan birîndar bûne û zêdetirî 870 avahî di xetereya şewatê de ne.
Her wiha ji ber şewata daristanên Kanadayê duman bandorê li hewaya asîmanê DYA’yê dike.
Ji ber wê jî bi mîlyonan kesan ji 11 eyaletên Amerîkayê jê bandor dibin.
Rayedaran hişyarî dan ku dûman dikare bibe sedema pirsgirêkek girîng a tenduristiyê, nemaze ji bo kesên bi pirsgirêkên nefesê, zarok û kal û pîran hişyarî hate dayîn.
Li Kanadayê bi sedan şewatên daristanan berdewam dikin, ku piraniya wan hîn nehatine kontrolkirin.
Têkoşîna li dijî şewatan li Fransayê berdewam dike
Heman demê Hewldanên vemirandina agirê ku li parêzgeha Aude ya li başûrê Fransayê derketiye berdewam dike.
Li gorî raporên medyaya herêmî, agirê ku duh li bajarokê Rubaute yê li Aude, li başûrê welêt, derket, di bin bandora bayê û germahiya zêde de bi lez li ser hezaran hektaran belav bû.
Li Ewropayê tevî germahiyê vemirandina agirê daristanan berdewam dike
Li gel vê yekê hat diyar kirin ku 2 hezar agirkuj, 2 balafir û 4 helîkopter ve destwerdanê agir dikin.
Hat ragihandin di şewatê de jinek mir û 9 kes, ku 7 ji wan agirkuj bûn, birîndar bûne.
Li herêmê gelek kes ji ber şewata dijwar hatin tehliyekirin.
Her wiha agirkujan diyar kirin ku ji ber bayên ku bi leza 45-50 kîlometre di saetê de û şert û mercên hewayê yên germ, ew di kontrolkirina agir de zehmetiyan dikişînin.
Ji ber şewatên li Başûrê Spanyayê zêdetirî 1500 kes hatin tehliyekirin
Hat ragihandin ji ber şewatên daristanan li Spanyayê zêdetirî hezar û 500 kes ji mal hatin tehliyekirin.
Di heman demê de agirê daristanê yê ku sê roj in li herêma Vila Real a bakurê Portekîzê, hatiye kontrolkirin.
Pisporê erdnîgariyê Jose Alberto Rio Fernandes got:
“Îsal nêzîkî 42 hezar hektar daristan şewitiye.
Li gorî heman serdema sala borî, ev hejmar heşt qat zêdetir e.”



