Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava çend saetan de li gundewarê Dêra Zorê du êriş pêk hatin.
Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro saet 1:30’ê nîvro, komeke terorîstan li ser motorsiklêtê gule li bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariyê li çerxereya El-Etal a di navbera bajaokên El-Bisêra û El-Şhêl yên Dêra Zorê reşandin.
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku endamên wan di cih de bersiva jêdera guleyan dan û êrişkar reviyan.
Li aliyekî din jî li bajarokê Zîban yê Dêra Zorê saet 11’ê sibehê du çekdarên terorîst li motorsiklêtê siwar bûbûn û rasterast gule li navendeke Hêzên Ewlekariyê barandin.
Di enacamê de endamek birîndar bû.
Hat diyarkirin ku Hêzên Ewlekariyê di cih de dest bi lêgerîn û şopandina sûcdaran kir da ku wan radestî dadgehê bikin.
Duh jî Hêzên Ewlekariyê ragihandin ku du êriş li Dêra Zorê li dijî wan pêk hat, di encamê de 4 endamên wan birîndar bûbûn.



