Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Xerîb Hiso têkildarî geşedanên li Sûriyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê rû dan û siberoja Sûriyê axivî.
Xerîb Hiso diyar kir ku gelê Sûriyê gelek êş û azar kişandin û niha fêm kiriye ku pergala demokratîk bingeha bidawîkirina êşên wan e û got: “Di dawiyê de dê demokrasî li Sûriyeyê bi ser bikeve.”
Hevserokê Partiya Yeîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso têkildarî geşedanên li Sûriyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê rû dan û pêşeroja Sûriyê de axivî.
Xerîb Hiso: Demokrasî ji bo Sûriyê tekane rê ye
Xerîb Hiso got:
“Gelê Sûriyê girîngiya projeya demokratîk dizane û ji bo bidestxistina wê têdikoşe.
Geşedanên bilez û xeternak ên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê qewimîn, bala cîhanê kişand ser hundirê Sûriyê.
Hemû aliyên cîhanê matmayî man ku çawa komeke ku hîn jî di lîsteya terorîstan de ye, karîbû bi hêsanî bigihêje Şamê.”
Xerîb Hiso: Hikûmeta veguhêz parçebûna Sûriyê kûr kir
Xerîb Hiso di nava axaftina xwe de bal kişand ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û wiha got:
“HTŞ’ê li Şamê hikûmetek bi yek rengê siyasî ava kiriye.
Vê yekê jî parçebûna di hundirê Sûriyê de kûrtir kiriye.
Hikumta veguhêz bûye sedema nakokiyên îdeolojîk ên xeternak.
Ji ber ku hin aliyên navneteweyî piştgiriya vê nêzîkatiya yekalî dikin, ev jî pêşeroja welêt dixe nava metirsiyê.”
Xerîb Hiso: Tenê nenavendî dikare rê li ber şerê navxweyî bigire
Xerîb Hiso Di dewma axaftina xwe de derbarê pêşeroja Sûriyê de wiha got:
“Sûriye bi nêzîkatiya yekreng nayê birêvebirin.
Çareserî tenê bi rêya projeyeke demokratîk ku hemû pêkhateyan nas bike pêkan e.
Divê Sûriye bibe demokrasiyeke ku hemû gel û pêkhateyên xwe nas dik.
Ji ber ku înkarkirina demokrasiyê dê bibe sedema karesat û şerên navxweyî.”
Xerîb Hiso: Demokrasî wê li Sûriyê bi ser bikeve
Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Sûriyê îro daxwaza pergala demokratîk dike, wekî nimûneya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û wiha dewam kir:
“Îro li deverên peravê,Siwêda, Hums, Hema û Idlibê dengên ku daxwaza demokrasiyê dikin .
Ev jî nîşan dide ku gihaştiye wê baweriyê ku rêya derketina ji vê rewşê tenê avakirina sîstema demokratîk e.
Dê dawiyê de demokrasî li Sûriyê bi ser bikeve.”



