Şandeyeke ji Brîtanyayê ku hatibû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku dê tevkariya bi QSD û Rêveberiya Xweser re bidomînin. Her wiha Rêveberiya Xweser zarokeke malbateke DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.
Şandeyeke Brîtanyayê ku ji berpirsa siyasî ya Nivîsgeha Sûriyeyê ya Brîtanyayê Niamh Connolly û konsola giştî ya Konsolxaneya Brîtanyayê ya li Başûrê Kurdistanê Charlotte Dixon pêk dihat, 5’ê Tebaxê hatibû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, şande ji aliyê cîgirê hevserokên daîreyê Robîl Beho, endamê desteya rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û şêwirmendê Deriyê Sêmalkayê Rojhat Elî û nûnera YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan rewşa giştî ya li Sûriyeyê, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dan û standinên bi Şamê re nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de mekanîzmaya entegrekirina QSD û saziyên Rêveberiya Xweser di nava hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, pêşîgirtina li jinûve aktîfbûna “komên terorîst ên mîna DAIŞ’ê” hatin nîqaşkirin.
Hate gotin, ev mijar hemû piştgiriya herêmî û navneteweyî hewce dikin.
Şandeya Brîtanyayê diyar kir “Em dizanin ku rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 13 salan ji şer re pir zehmet bûye.
Qraltiya Yekbûyî dê bi rêya bernameyên mirovî piştgiriya parastina sivîlan û başkirina rewşa kampan didomîne û dê hewldanên mirovî li gorî pêdiviya herêmê berdewam bike.”
Endamên şandeyê bal kişand ser gefa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û got: “Rêxistina DAIŞ’ê gefên xwe li ser Sûriye, Iraq û deverên din didomînin û binpêkirinên xwe li dijî sivîlan didomînin.
Qiraltiya Yekbûyî beşek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye li dijî xetereya wê û pêşîgirtina li vegera wê tevkariyê bi QSD û hevkarên xwe yên din re didomîne.”
Şandeyê spasiya QSD’ê û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û rayedarên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di dawiyê de zarokeke brîtanî ya ji malbatên DAIŞ’ê bi rêya belgeyeke fermî ya di navbera Rêveberiya Xweser û Qraltiya Yekbûyî de ku nûnerên her du aliyan îmze kir, radestî şandeyê kir.



