Şaredariya Gel a Hesekê bi beşdariya nûnerên komînên bajar civînek berfireh lidar xist. Di civînê de pêdiviyên bajar hatin nîqaşkirin û plana xebatên sala 2026’an hatin nirxandin.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Rêveber a Meclîsa bajarê Hesekê Helîma Izê bi xêrhatina beşdaran kir û giringiya hevbeşiya nerîn û xebatê ya di navbera civak û saziyan de, anî ziman.
“Pêşniyar û nerînên komînan dê bibe zemîna bingehîn a amadekirina plana sala bê. Girîng e em li ser esasê hevbeşiyê tev bigerin.
Ev dê rewşa xizmetguzariyê û zemîna tevlîkirina civakê di biryardayînê de zêdetir bibe.”
Nerînên cûda cûda li ser rewşa binesaziya bajar, girîngiya çaksazkirina rêyan, pêşxistina toreyên kanalîzasyonê, di heman demê de girîngiya çêkirina pirojeyên jîngehî û pêşxistina çanda çandina daran û zêdekirina herêmên kesek di nava bajar de, derketin.
Ew ê ji aliyê xwe ve wan lêkolîn bikin da ku di reşnivîsa plana salan bê de bi cih bikin.



