Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şandek pê re serdana Şamê kirin.
Şandeya Tirk bi serokê hikumeta veguhêz a li Sûriyê Ehmed El-Şeri û Wezîrê Derve Esed El-Şêbanî re hevdîtin pêk anî.
Wan bêtir behsa xurtkirina têkliyan di navbera hevûdin de kirin.
Şandeya Tirkî ji aliyê serokê hikumeta veguhêz a li Sûriyê Ehmed El-Şeri û wezîrê karê derver Esed El-Şîbanî ve hate pêşwazî kirin.
Aliyan pêşketinên herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.
Her wiha li ser xurtkirina têkiliyên dinavbera her du aliyan di hemû warên cuda de, li hev kirin.



