Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî QSD’ê 2 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê eşkere kir ku ev herdu çete li herêma Hewayic Zîban bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî hatine zeftkirin.
YPG’ê diyar kir ku ev herdu çeteyên DAIŞ’ê di warê veguhstin û belavkirina çekan de dixebitîn.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku ev operasyon teqez dike ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi biryarî hewldanên xwe ji bo têkbirina şaneyên DAIŞê û misogerkirina ewlehiya herêmê, didomîne.



