Li bajarê Til Temirê “Roja şehîdên asûr” bi merasîmekê hat bibîranîn, beşdarên merasîmê teqezî bi parastina bîranîna komî, jiyana hevbeş a aştiyanekirin û gotin:” xwîna şehîdan ji bo domandina têkoşîna azadiyê û edaletê dê minaret bimîne.”
Merasîm bi pêşengiya Partiya Demokratîk ya Asûr li dêra El Qidîse hat lidarxistin.
Pêkahteyên Til Temirê, nûnerên partiyên siysî û şandiyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî bîranînê bûn.
Nûnerê Partiya Demokratîk a Asûr Waêl Mîrza şehîdên Aşûr û komkujiya Sîfo bibîrxist û got:
“Beyî naskirina mafên pêkhateyan, aramî li Sûriyeyê çênabe.
Ev naskirin ne tenê bi gotinan e lê belê bi rêya destûreke nû ye ku wekheviyê, pirrengiya civakî û zimanî dabîn dike.”
Hêjayî bibîrxistinê 7’ê Tebaxê Roja şehîdên Asûr e ku di vê rojê de şehîdên komkujiya Sîfo têne bibîranîn.
Ev roj ji bo gelê Asûr, rojeke têkoşînê ya sembolîk e ku teqezî bi berdewamiya hebûna dîrokî ya vî gelî û daxwazên wî yên ji bo naskirinê, edaletê dike.



