Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên ku di sala 2019’an şehîd bûne; eşkere kir .
HPG sersaxî ji malbata her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê re xwest û got:
“Em ê ala têkoşînê ya dewrî şopdarên xwe kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar, sala 2019’an şehîd bûne û wiha dewam kir:
“Hevrêyên me bi tarzê jiyana Apoyî û hevrêtiya xwe ya kûr, her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn.
Hevrêyên me li gelek qadên cuda xebat meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bêteredut a di pêvajoya şer de û bi tarzên xwe yên fedayî bûn milîtanên Apoyî yên mînak.
Li dijî konsepta îmha û tasfiyeye ya li ser gelê me û Tevgera me hatiye ferzkirin, di her xebatê de tevlîbûneke bi moral û coş raber kirin.
Em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me dewrî me şopdarên xwe kiriye, bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranînên wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji mallbatên her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soz da ku şehîdên qehreman di Kurdistana azad de bi bîr bînin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên der barê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rojda Arjîn
Nav û Paşnav: Mehnaz Bazarxak
Cihê Jidayikbûnê: Merîwan
Navê Dayik – Bav: Gulçîn – Mehdî
Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

Nasnav: Serdem Wan
Nav û Paşnav: Welat Hazir
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Sabrî – Adem
Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

Nasnav: Hêja Mawa
Nav û Paşnav: Bêrîtan Aktaş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Hayat – Cemalettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna

Nasnav: Nizar Cizîrî
Nav û Paşnav: Adem Gok
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Ummuhan – Feyzullah
Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

Nasnav: Sozdar Ronî
Nav û Paşnav: Sevda Yagan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Xezal – Fazil
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna



