Lîderê olî yê Îranê ji bo parastina welat ji MOSSAD’ê konseya Ewlehiya Netewî ava kir û ji bo ku karibe Konseyê bi xwe bişopîne temsîliyetên xwe diyar kir.
Lîderê olî yê Îranê Elî Xameneyî, Larîcanî tayîn kir da ku wî di Konseya Ewlekariya Neteweyî de, temsîl bike.
Xameneyî ragihand ku wî Larîcanî li gorî madeya 176’an a Destûra bingehîn, wekî nûnerê lîderê olî yê Îranê li Konseya Ewlekariya Neteweyî de tayîn kiriye.
Konseya Ewlekariya Neteweyî ji nû ve sazkirina Komîteya Parastinê, ji bo ewlehiya neteweyî hatiye damezrandin û balê dikişîne ser tedbîrên parastinê, li hemberî êrîşên Israîlê.
Digel ku Xameneyî Konseya Ewlekariya Neteweyî û Komîteya Parastinê ava kir jî, hîna jî xeteriya êrîşa Israîlê li ser Îranê bidawî nebûye.



