Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku wan çend hedefên Hizbullahê li başûrê Lubnanê bombebaran kirine, di nav wan de depoyên çekan, baregehên avêtina rokêtan û tesîsên hilanîna alavên teknîkî hene.
Medyaya Lubnanî ragihand ku Îsraîlê îro di saetên sibehê de êrîşî herêmê kiriye.
Her çiqas agirbestek Libnan û Israîlê de heye jî, Îsraîl rojane êrîşên xwe li ser çeperên Hizbullah didomîne.
Di heman demê de, vê hefteyê artêşa Lubnanê bi amadekirina planeke ji bo bêçekkirina Hizbullahê xwe amade dike.
Tê plankirin ku heta dawiya salê hemû çekên li welêt di bin kontrola dewletê de bin.
Lê Hizbullah vê yekê red dike û dibêje divê Îsraîl pêşî êrîşên xwe yên asmanî rawestîne û ji pênc xalên li başûrê Lubnanê vekişe.
Çavdêr dibêjin ku ne mimkûn e ku Hizbullah di demek nêzîk de çekên xwe radest bike.



