Li aliyê din plana operasyona ji bo dagirkirina Xezayê ya Îsraîlê ji hêla gelek welat û rêxistinan ve rastî bertekan hat.
Welatan dibêjin ewê hîn zêdetir karesata mirovî pêk bîne, rewşa girtiyan bixe xeteriyê.
Welatan bang li Îsraîlê kirin ku ji vê plana dagirkeriyê betal bike.
Gelek welat û rêxistinan bertek nîşanî biryara hikûmeta Îsraîlê ya ji bo dagirkirina Xezayê dan.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer (KEYIR STARMIR) derbarê pejirandina planeke nû ya ji bo dagirkirina Xezayê, ji aliyê Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ve daxuyaniyek nivîskî weşand.
Serokwezîr Starmer got:
“Biryara hikûmeta Îsraîlê ya ji bo zêdekirina êrîşên xwe yên li Xezayê xelet e, û em bi tundî daxwaz dikin ku tavilê ji nû ve bifikire.
Starmer: Plana dagirkirinê wê ji bo bi dawîkirina şer ti sûdê nede
Ev kiryar dê ji bo bidawîkirina vê pevçûnê an jî azadkirina dîlan ti sûdê nede. Ew ê tenê bibe sedema xwînrijandina bêtir.”
Starmer teqez kir ku krîza mirovî li Xezayê roj bi roj xirabtir dibe û girtiyên Îsraîlî di şert û mercên tirsnak û nemirovane de têne girtin, û got:
“Tiştê ku em hewce ne agirbest, alîkariya mirovî ya zêde, azadkirina hemû girtiyên Hamasê û çareseriyek danûstandinî ye.”
Starmer îdia kir ku Hamas nikare di pêşeroja Xezayê de rolek bilîze û divê ji welêt derkeve û her wiha çek deyne.
Starmer: Çareseriyeke dîplomatîk gengaz e
Her wiha serokwezîr Starmer ev tişt anî ziman:
“Em bi hevalbendên xwe re li ser planeke demdirêj dixebitin da ku aştî li herêmê wekî beşek ji çareseriyeke du dewletan misoger bikin.
Di dawiyê de pêşerojeke geştir ji bo Filistînî û Îsraîliyan misoger bikin, lê heya ku her du alî bi niyeta baş beşdarî danûstandinan nebin, ev perspektîf li ber çavên me winda dibe.
Peyama me zelal e: çareseriyeke dîplomatîk mimkun e, lê divê her du alî jî ji rêya wêrankirinê dûr bikevin.”
Maria Malmer: Dagirkirina Xezayê binpêkirina qanûna navneteweyî ye
Wezîra Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard (MARIYA MALMIR STENERGRAD) jî di daxuyaniyekê de rexne li biryara Îsraîlê ya zêdekirina êrîşên xwe yên li Xezayê kir.
Maria Stenergard teqez kir ku hewldanên ji bo îlhaqkirin, guhertin, an tengkirina axa Xezayê binpêkirina qanûna navneteweyî ye û got:
“Ez ji biryara ku ji hêla hikûmeta Îsraîlê ve hatiye girtin pir bifikar im.
Di demekê de ku em hewceyê agirbestê ne, ev biryar ber bi aliyekî berevajî ve diçe.”
Penny Wong: Plana Îsraîlê wê karesata mirovî ya li Xezayê hîn xirabtir bike
Li gorî ABC News Australia, Wezîra Derve ya Awistralyayê Penny Wong (PENÎ WONG) got:
“Awistralya ji Îsraîlê dixwaze ku nekeve vê rêyê, ku dê karesata mirovî ya li Xezayê hîn xirabtir bike.”
Penny Wong banga xwe ya ji bo çareseriyek du dewletan dubare kir.
Albares: Aştiya dawî li heremê tenê bi avakirina çareseriyek du dewletan e
Li aliyê din wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê X hatiye weşandin, got:
“Em biryara hikûmeta Îsraîlê ya zêdekirina dagirkirina leşkerî ya Xezayê bi tundî şermezar dikin.
Ev yek dê bibe sedema wêranî û êşên din. Agirbesteke mayînde, herikîna alîkariya mirovî ya tavilê û berfireh, û berdana hemû dîlan bi lezgînî pêwîst in.”
Wezîrê Derve yê Spanyayê Albares her wiha nêrîna xwe dubare kir ku “aştiya dawî li herêmê tenê bi avakirina çareseriyek du dewletan, ku Dewleta Filistînê ya rastîn û guncaw jî di nav de ye, dikare were bidestxistin.”



