Polîtîkayên taciz û darvekirinê ya Îranê ya li dijî jinan dewam dike.Aktîvîst û girtiya siyasî ya berê Leyla Huseyînzade, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe ya medya civakî de, balkişand ku rayedarên Îranê ji bo bêdengkirina girtiyên siyasî bi awayekî zêde serî li polîtîkaya tacîz û darvekirina daye.
Leyla Huseyînzade, di parvekirina xwe de diyar kir ev nêzîkatî ne tenê ji tirsa demdirêj a hikûmetê ji rêxistinbûna hêzên muxalîf e, di heman demê de ji ber tirsa birêxistinkirina hinek komên siyasî yên berê li dijî darvekirinan bêdeng mane derketiye holê.
Leyla Huseyînzade, da zanîn her çend civak îro li gorî salên 1980’î zêdetir li dijî cezayên darvekirinê derkevin jî, Komara Îslamî bi rêya zextên aborî û bêçaretiya civakê polîtîkaya xwe “paqîjkirina siyasî” berfirehtir dike.
Leyla Huseyînzade, destnîşan kir rejîmê piştî têkçûnên xwe yên di warên siyasî, aborî û navneteweyî de, hewil dide hebûna xwe bi rêya ji holê rakirina fîzîkî ya muxalîfan didomîne.
Her wiha diyar kir rayedar ji bo darvekirina xwepêşandaran, saziyên xizmetên bingehîn jî girtiye.



