Ji Fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan di beşa duyemîn ya hevdîtina xwe de da zanîn ku eger Rêber Apo azad bibe, wê ev yek bi xwe re baweriyê bîne.
Mûrat Karayilan diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêkan Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyê ye û got:
Apo rêbertiyeke stratejîk e. Banga Rêber Apo, ji bo hemû kesên ku bi awayê stratejîk girêdayî xeta Rêbertî ne derbasdar e.
Ji fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan di beşa duyemîn ya hevpeyvîna Stêrk TV de behsa pêvajoya aştî û civaka demokratîk, azadkirina rêber Apo, komîsyona ku di bin sîwana meclisê de hatiye avakirin û têkoşîna çekdarî kir.
Mûrat Karayilan da zanîn ku wan banga dîrokî ya rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratî bi cih anîn û got:
A niha jî em li benda dewleta Tirk in.
Divê niha di vê çarçoveyê de tevbigerin û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî bi temamî azad bibe.
Dibe ku Rêber Apo hin tiştên ku xwe nake pêşanî diyar bike lê belê gotina me jî heye. Em jî diyar dikin ku azadiya gelê me û hevrêyên me girêdayî azadiya Rêber Apo ye.
Mûrat Karayilan: Cihê çareseriyê meclîs e, divê nêrînên me jî bêne girtin
Karayilan destnîşan kir ku cihê çareseriya pirsgirêkan Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyê ye û wiha domand:
Meclîs dikare pirsgirêkên gelan bi rêbaza komîsyonê bixe rojeva xwe. Ji ber vê yekê avakirina komîsyonekê ya li Meclîsê gaveke munasîb e.
Em hêvî dikin ku serketî be. Divê ne berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî divê berjewendiyên hemû Tirkiyeyê werin esasgirtin.
Em hêvî dikin ku komîsyon jî di vê çarçoveyê de nêzîk bibe.
Helbet em aliyekî vê meseleyê ne. Divê nêrînên me jî bêne girtin.
Mûrat Karayilan: Eger Rêber Apo di zindanê de be aştiya civakî pêk nayê
Her wiha Karayilan diyar kir ku dema ku muzakerevanê sereke yanî muxatabê sereke di zindanê de be di nava civakê de aştî pêk nayê.
Ger di mijara aştiya gelên Kurd-Tirk de ji dil bin, divê Rêber Apo azad be.
Dema ku mîmarê vê serdemê li Îmraliyê be, wê çawa di nava civakan de xwişk-biratî û aştî pêk werin!
Ger Tirkiye yasayên xwe li gorî mafê hêviyê sererast neke wê demê divê Konseya Ewropayê cezayî li Tirkiyeyê bibire.
Mûrat Karayilan: Ji bo me têkoşîna çekdarî taktîk siyaseta demokratîk jî stratejîk e
Mûrat Karayilan anî ziman ku rêber Apo rêbertiyeke stratejîk e. Banga Rêber Apo, ji bo hemû kesên ku bi awayê stratejîk girêdayî xeta Rêbertî ne derbasdar e û got:
Rêber Apo li gel banga xwe stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye.
Ev yek ji bo hemû kesan derbasdar e. Kîjan perçe yan jî alî be ferq nake, divê hemû kesên ku ji fikrên Rêber Apo bawer dikin, bizanibin ku êdî stratejî ne têkoşîna çekdarî û şer e.
Êdî ji bo me stratejî siyaseta demokratîk e.
Tu kes di vê serdemê de, ji bo pêşketina vê pêvajoyê li hemberî dewleta Tirk serî li çekan nade.
Lê belê mafê rewa yê her kesî ku gef lê tê xwarin û tê xwestin ku were tunekirin, heye ku xwe biparêze.



