Rêberê Ruhî yê Durziyan Yûsif Cerbûh derbarê êrişên çekdarên hikûmeta Veguhêz li dijî Siwêdayê bi riya vîdeoyekî tomakirî axivî û got:
Çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi rengî hov û dijminane êrişî xelkê Siwêdayê kirin.
Em çekdarên Teter ên vê hikûmetê li Siwêdayê qebûl nakin.
Ji dewletên garantor dixwazin ku dorpêça giran ji ser Siwêdayê were rakirin.
Yek ji rêberên rûhanî yên Durziyan şêx Yûsif Cerbûh derbarê idîayên ku dibêjin şêx Hikmet El-Hicrî biryara Durziyan desteser kiriye, komkujiyên ku li Siwêdayê hatine kirin de axivî.
Şêx Yûsif Cerbûh: Dixwazin bi rêya idîayên derew me ji hev bikin
Şêx Yûsif Cerbûh got ku Siwêda di şert û mercên zehmet re derbas dibe, em hewl didin bi hemû derfet û hêza xwe vî şerê xwînrij bisekinînin û sivîlan biparêzin û wiha dewam kir:
“Hikûmeta Şamê xwest bi rêya çeteyên Teter me qir bike”
Hikûmeta veguhêz di bin navê sepandina serweriya dewletê de, rê ji çekdarên Teter re vekir ku êrişî Siwêdayê bikin.
Çekdarên hikûmetê bi rengekî hov êriş kirin.
Em şêxên ruhî yên Durzî yekdeng in.
Dixwazin bi daxuyaniyên derew û derxistina fitneyan me ji hev bikin.
“Hikûmeta veguhêz a Sûrî berpirsa komkujiyan e”
Şêx Yûsif Cerbûh da zanîn ku Hikûmeta Veguhêz di bin navê “Kontrolkirina Komên ji Qanûnê Derketine” êrişên xwe yên hovane rewa kirin û got:
Hikûmeta Veguhêz derewan dike.
Bê heq zarok û jinên me kuştin û komkujî pêk anîn.
Mal û milkên xelkê dizîn, şewitandin û talan kirin.
Êrişa li dijî me bi armanca qirkirinê pêk hat.
Lê belê xelkê Siwêdayê bi lehengî li ber xwe da.
“Êrişan derb li mîrateya Siwêdayê ya mirovî û dîrokî xist”
Şêx Yûsif Cerbûh di dewama axaftina xwe de êrişa li dijî wan pêk hatiye, bi xiyaneta li gelê Sûriyê bi nav kir û wiha got:
Em ne êrişkar in, em aştîxwaz in.
Mebest ji êrişa hovane, qirkirina Durziyan bû.
Êriş bi rengekî sîstemetîk ji aliyê hikûmeta veguhêz ve hatin birêvebirin.
Van êrişan derb li mîrateya Siwêdayê ya mirovî û dîrokî xist.
“Divê dorpêç bê rakirin û korîdorên mirovî bên vekirin”
Şêx Yûsif Cerbûh dawiya axaftina xwe de bang li dewletên garantor kir ku bi erk û berpirsyatiyên xwe rabin û helwestên mirovî nîşan bidin û ev daxwaz kirin.
Divê rêxistinên mirovî û dezgehên ragihandinê yên cîhanî komkujiên ku pêk hatine, bişopînin û lêpirsîn bikin.
Şer bisekine û çekdar ji tevahî Siwêdayê vekişin.
Kesên revandî werin berdan.
Komîteyeke lêpirsînê ya navdewtî û bêalî were sazkirin.
Dorpêça li ser Siwêdayê bê rakirin.
Korîdorên mirovî bê şert werin vekirin.



