Çekdarên hikûmeta Veguhêz a Sûrî ji gelek aliyan ve gundên rojava ên Siwêdayê bi çekên giran û hawanan gulebaran kirin.
Dorpêça li ser bajêr jî bi dijwarî dewam dike.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şûfî jî destnîşan kir ku çekdarên hikûmeta veguhêz li gelek eniyên Siwêdayê agirbestê binpê dikin.
Çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê serê sibê careke din agirbesta li Siwûdayê binpê kir û ji sê aliyan ve gundê El Mecdel a rojavayê Siwêda bi dijwarî topbaran kirin.
Çekdaran malên welatiyan ên li gundê Etîl bi çekên giran gulebaran kirin.
Di encama êrişan de di nava gundiyan de tirsek mezin çêbû.
Bajarê Siwêdayê di bin dorpêçê de ye
Her wiha bajêr bi temamî di bin dorpêça çekdarên hikûmeta veguhêz de ye..
Gelek alav, ard, gaza malan û mazot nayên peyda kirin.
Pêdiviyên jiyanî jî nikarin derbasî bajêr bibin.
Tariq El Şûfî: Çekdarên hikûmeta veguhêz li Siwêdayê agirbesê binpê dikin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şûfî jî destnîşan kir ku çekdarên hikûmeta veguhêz li gelek eniyên Siwêdayê agirbestê binpê dikin.
El Şûfî, tekez kir ku ew ê herêmên xwe biparêzin û di heman demê de ew ê pabendî peyman û yasayên navdewletî bin û got:
Ji bo misogerya dosya ewlehiyê ew amade ne bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê û hêzên din ên navdewletî re di nava kordîneyê bin.



