Hêzên Îsraîlê bi alavên xwe yên leşkerî û di bin parastina balafirên bê mirov de, li başûr û bakurê parêzgeha Quneytîra ya Sûriyê bi pêş ve hatin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de ragihand ku dewriyeke Îsraîlê ya ji 2 erebeyên leşkerî derbasî gundê Olfanya ya bakurê parêzgeha Quneytira bûn.
Hêza Îsraîlî li ser rêya gund û gundê El Huriya bendeke kontrolê çêki.
Ev benda kontorlê li beramberî benda “El Rîhaniyê” ya kevin hatiye çêkirin.
Di heman demê de dewriyek din a artêşa Israîlê li gundê Seyda El Hanût a li başûrê parêzgeha Quneytirayê pêş ve hat.
Balkêşe ev pêş ve hatina hêzên Îsraîlê hemwextî zêdebûna tundiyê li herêmên başûrê Sûriyê çêdibe.
Ev tevger û alozî metirsiya ku li gundewarê Quneytira aramî têk biçe, zêdetir dike.



