Yek ji zarokên Zarhunera Havînê ku fêrî wênexêziyê dibe Sidqî Nebo yê 13 salî ye..
Sidqî ji Efrînê ye, niha li Qamişloyê ye, di tabloya xwe de balê dikşîne ser aştî, berxwedan, xwezaya bajarê xwe û êşa gelê Durzî.
2018’an dema êrişên li ser Efrînê dest pê kir, Sidqî 5 salî bû.
Ji rêwîtiya koçberiyê gelek dîmen û bîranînên trajedî di bîra vî zarokî de man.
Piştî Sidqî dibe 7 salî, hezkirina wî ya ji bo wênexêziyê çêdibe û li malê xwe bi xwe fêr dibe.
Sidqî û 15 zarokên ji Efrînê di Zarhunera Havînê de cih digrin.
Wêneyên ku xêz dike, li ser aştî û berxwedanê ne.
Bi firçeyên xwe hewl dide hestên xwe bîne ser ziman.
Sidqî diyar kir ku ew li nûçeyan temaşe dike, tiştên dibîne xêz dike.
Dixwaze wêneyan xêz bike, da ku nişfê piştî wan bizanin çi hatiye serê wan.



