HPG’ê ragihand ku fermandarê gerîla Koçero Ûrfa di sala 2019’an de, di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
HPG’ê nasanmeya şehîd Koçera eşkere kir, ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxî xwest.
HPG’ê eşkere kir Fermandar Koçero 28 salan li çiyayê Kurdistanê û qadên cuda bi fedekariyeke mezin têkoşîn meşand û soza pêkanîna armancên wî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê, Fermandarê Adakemiyên Apollo û kurê xalê Rêber Apo Koçera Ûrfa di 4’ê Mijdara 2019’an de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd buye û ew bi rêzdarî bibîranî.
HPG: Şehîd Koçero 4’ê Mijdara 2019’an di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû
HPG’ê ragihand şehîd Koçera ku li ser xaka pîroz çavên xwe li jiyanê vekir, bi heskirina jiyana azad beşdarî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû.
HPG: Şehîd Koçero 28 salan têkoşîneke bê eman meşand
HPG’ê eşkere kir Fermandar Koçero 28 salan li çiyayê Kurdistanê û qadên cuda bi fedekariyeke mezin têkoşîn meşand û wiha got,
“Bû yek ji pêşengên Tevgera Apocî û ji hêla bîrdozî, feslefî, rêxistinî û leşkerî de bi roleke mezin rabû. Hevrê Koçero, Apocîyekî heqîqî bû ku xwedî kesayeteke durust, kedkar, ji dil, dilnizm bû. Şoreşgerekî profesyonel bû ku herdem li ser şopa şehîdan meşiya û xwedî hevrêtiyeke giranbuha bû.
Bi têkoşîna xwe ya fedayî ji bo gelê Kurd navê xwe danî binê nirxên mezin, û ji bo parastina gel bi roleke girîng rabû. Bu yek ji pêşengên têkoşîna me ku tevgera Apocî herdem ber bi pêş ve bir. Li ser her yek ji me keda hevrê Koçero heye û fermandarek bû ku em herdem nebûna wî hîs dikin û çavên me li wî digerin.”
HPG’ê diyar kir bi serxistina têkoşînê ew ê ji keda fermandar şehîd Koçero re bibin bersiv û soza bi cih anîna armancên wî da.
HPG’ê di dawiyê de ji Rêber Apo, malbata wî, gelê Rihayê û gemû gelê Kurd re sersaxî xwest.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Koçero Ûrfa
Nav paşnav: Metîn Arslan
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Fadîle-Celal
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Mijdara 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê



