QSDˊê nasnameyên 2 şervanên ku di şerên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûbûn, eşkera kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên ku di şerên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûbûn, eşkera kirin.
QSD`ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku şervanê wan Azad Ararat (Şêxmûs Ozkan) di meha Çileyê ya vê salê de di şerên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûye û şervanê wan Kanîwar Mardîn (Ehmed Dîb) di Kanûna sala 2024`an di şerên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûye.
QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina doza şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Navê Kod: Azad Ararat
Nav û Paşnav: Şêxmûs Ozkan
Navê Dayikê: Sedîqa
Navê Bav: Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic -Gundê Atşana, 4 Çile 2025

Navê Kod: Kanîwar Mardîn
Nav û Paşnav: Ehmed Dîb
Navê Dayikê: Eziza
Navê Bav: Mûsa
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024



