Di 48 saetên borî de li Kantona Reqayê 4 kes di ava çemê Firatê de xeniqîn.
Tîma Destwerdana Lezgîn cenazeyên 3 kesan derxistine û li cenazeyê kesê din digerin.
Li gor agahiyan, temenên qurbaniyan 20 salî derbas nekiriye û navên wan ev in:
Ehmed Omer El Hemed, Mecd Xelîl Bekor, Mehmûd Xelîl Bekor û Ehmed Mihemed El Mizel المزعل.
Di havîna par de 39 rewşên xeniqandinê li Kantona Reqayê hatibûn tomarkirin.
Hat diyarkirin ku Tîma Destwerdana Lezgîn banga xwe ji şêniyan re dubare kir ku li cihê kûr û xeternak ên çem avjeniyê nekin.



