Ji ber dorpêça li ser Siwêdayê çalakvan Şehîra Feyad El Terdawî Ezam jiyana xwe ji dest da.
Ajansa NÛJINHA ragihand ku îro ji ber dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser parêzgeha Siwêdayê, çalakvana jin a ji bajaroka Erîqa ya Siwêdayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî jêderê, Şehîra Ezam nexweşa penceşêrê bû û pêwîstiya wê bi dermanan hebû, lê ji ber dorpêçê derman negihaştinê û ev jî bû sedema wefata wê.
Şehîra Ezam çalakvaneke di xwepêşandanên li Siwêdayê de wekî yek ji dengên azad dihat naskirin.


