QSD’ê ragihand ku komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Şamê hewl didin, şer û nakokiyan li hin herêman derxînin.
QSD’ê diyar kir ku ji bo têkbirina her cûre êrişê ew ê mafê xwe yê parastina rewa pêk bîne.
Li ser mijarê navenda çapemeniyê ya QSD’ê wiha ragihand:
“Li derdora bajarokê Dêr Hafirê, tevî ragihandina agirbestê, çekdarên hikûmeta veguhêz bi tevgera xwe hewl didin agirbestê bin pê bikin.
Ji ber vê yeke eger ev tevger dewam bike, wê hêzên me bersiva xwe di çarçoveya parastina rewa de bide.”
QSD’ê destnîşan kir ku beriya çend rojan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî heman liv û tevger ji aliyê komên hikûmeta veguhêz ve hebûn.
Her wiha li nêzî herdu taxan tevgera bi dronan û kombûna çekdaran jî çêbû.
Di vê çarçoveyê de dronek jî li nêzî taxekê hat bêkêrkirin.
QSD’ê diyar kir ku ev kiryar eşkere binpêkirina peymana Helebê ye.
QSD’ê bang li Hikûmeta Şamê kir ku çekdarên xwe kontrol bike.



