Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus bal kişand ser girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya Kurd.
Karamus da zanîn ku banga rêber Apo hêviyeke mezin û zemînê dan û standinan ava kir û wiha anî ziman: “Bangê kelecaneke mezin di nava gelê Kurdistanê û dostên Kurdan de çêkir.divê her kes li dora yekîtiyê bibin yek”.
Banga dîrokî ya rêber Apo li ser asta cîhanê deng veda û her kes daxwaza pêkanîna wê dike.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus têkildarî banga Rêber Apo a ji bo yekitiya Kurdan, di rewşa Rojhilata Navîn de girîngiya yekitiya Kurdan, asta xebatên yekitiya Kurdan û astengiyên li pêşiya xebatan, axivî.
Ahmed Karamus anî ziman ku her tim Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd kedeke mezin daye û israr kiriye û got:
Niha Rêber Apo ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê pêvajoyeke stratejîk daye destpêkirin.
Ahmed Karamus: Banga birêz Abdullah Ocalan zemîna dan û standinan ava kir
Ahmed Karamus bal kişand ser girîngiya bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya kurdî û wiha anî ziman:
Taybet di guherînên li Rojhilata Navîn û di pêvajoya diyalogê ya di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta Tirk de bangeke pir girîng e.
Di vê pêvajoyê de birêz Abdullah Ocalan cihekî taybet daye yekitiya Kurdan û divê demildest gelê Kurdistanê di asta her çar aliyan de yekitiya xwe çêkin û bibe mijara herî sereke.
Banga rêber Apo kelecaneke mezin di nava gelê Kurdistanê û dostên Kurdan de çêkir.
Hêviyek mezin û zemînê dan û standinan ava kir. Zemîn ji berê pir bihêztir e û herkes cidî nêz dibe.
Ahmed Karamus: Divê her kes li dora yekîtiyê xwe bi rêxistin bike
Ahmet Karamus guherînên li Rojhilata Navîn bi bîr xistin û wiha bang li Kurdan kir:
Divê her kes li dora yekitiyê, yekhelwestî û stratejiyeke hevpar bibin yek.
Me pêngava yekemîn li Rojavayê Kurdistanê dît. Em vê gavê pîroz dibînin.
Pêwîste heman gev li aliyên din ên Kurdistanê bê avêtin. An dê derfeteke dîrokî ji destê Kurdan here.
Diyare dê guherînên mezin li Rojhilat çêbibin û ji bo vê jî pêwîstiyek mezin bi yekitiya Kurd heye.
Ahmed Karamus: Başûr li gel derfetan jî xwedî li berpirsyariyên xwe dernakeve
Ahmed Karamus qala Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha bi lêv kir:
Tu rol û misyoneke parlamentoyê tune ye.
Divê hikumeteke nû bê çêkirin, lê çênebûye.
Bêçaretiya di van mijaran de dibe sedema lawaziya rêveberiya herêmê li hemberî hikumeta Iraqê.
Başûr dikare di yekitiya neteweyî de bi roleke girîng rabe.
Ahmed Karamus: Dijmin ji yekîtiya Kurdan ditirse
Karamus wiha qala astengiyên li hemberî yekitiya neteweyî ya Kurdan kir û got:
Dema em girîngiya stratejîk a yekitiyê dibînin, dijminê me jî dibîne.
Tişta dijmin jê ditirse yekitiya Kurdan e.
Hem dewleta Tirk, hem Îran, Iraq hem jî hêzên îslamîst û cîhadîst ên li Sûriyê, ji bo yekitî çênebe her tiştî dikin.
Di asta navneteweyî de hinek astengî hene. Hîna hinek dewlet ji ber berjewendiyên xwe Peymana Lozanê diparêzin.



