Civîna sêalî ya di navbera Urdin, DYA û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de destê kir. Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa meydanî û mirovî ya Sûriyeyê û piştgiriya xebatên jinûveavakirinê bi rê ve diçe.
Ajansa Nûçeyan a Urdinê Bîtrayê ragihand ku civîna sêalî ya di navbera Urdin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li navenda Wezareta Karên Derve û Kar û Barên Biyaniyan a Urdinê ya li paytext Emanê dest pê kir. Li gorî ajansê civîn bi armanca nirxandina rewşa li Sûriyeyê û rêbaza piştgiriya ji nû ve avakirina Sûriyeyê hatiye lidarxistin.
Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şeybanî, sefîrê DYA’yê yê li Tirkiyeyê û nûnerê wê yê taybet ê Sûriyeyê Tomas Barak, nûnerê saziyên têkildar ên her sê welatan beşdarî civînê bûne. Ev civîn di çarçoveya berdewama civîna 18’ê Tîrmehê ya agirbesta li Siwêdayê hatiye ragihandin de ye. Di civîna 18’ê Tîrmehê de rewşa li Başûrê Sûriyeyê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê jî hatibûn nîqaşkirin.
Wezîrê karên derve û kar û barê biyaniyan ê Urdinê Eymen El Sefedî beriya civîna sêalî dest pê bike, bi El Şeybanî û Barak re cuda cuda civiya.



