Li Sûriyê bi awayekî her roj mirov tên kuştin.
Li Şamê ciwanek bi destê hêzên ewlehiyê hate kuştin.
Li Himsê jî di êrişek çekdarî de, welatiyek elewî hate kuştin û kurê wî jî birîndar bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirova na Sûriyê ragihand ku li bajarê Dimêr yê li gundewarê Şamê ciwanek bi dest hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a li Sûriyê hate kuştin.
Di dema di ser bendê kontorlê re derbas, tê gulebarankirin û kuştin.
Li Himsê weleatiyekî Elewî hate kuştin û kurê wî birîndar bû
Her wiha Çavdêriyê Sûriyê diyar kir ku li taxa Ekra a li Himsê jî çekdarên nenas êrişî malek elewî û xwediyê malê hate kuştin û kurê wî jî birîndar bû.
Li Himsê 4 cenazeyên Şî’iyan hate dîtin
Her wiha Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku li heman parêzgehê cenazeyê 4 welatiyê ji baweriya Sî’a hate dîtin.
Ev welatî di meha sibata borî daristianên Baba Emro hatibûn revandin.
Wê demê komên çekdarên yên êlên ereb gef li qurbaniyan dan ku malên xwe biterikînin.
Lê paşê komên çekdar bi ser wan de girtin û 3 şî’iî kuştin û 6 jî revandin.
Cenazeyên ku îro hate dîtin jî yên kesên ku hatinbûn revandin û hîn 2 kesên jî çarenûsa wan nediyar e.



