Wezareta Derve ya Fransayê derheqê rewşa Sûriyê û pêwendiyên Şam û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.
Wê got ku ew bi hevkariya Amerîkayê, hewl didin Desthilata Veguhêz û Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîkî hev bikin.
Wezareta Derve ya Fransayê diyar kir ku ev entegrasyona QSD’ê di nava hêzên Çekdarên ên Sûriyê de, dê aramiyê bi xwe re bîne û rê li ber terorê bigire.
Bi gotina Fransayê xebateke baş li herdu hêlên Firatê pêk hatiye.



