Li gundê Amarayê ji bo fermandarê gerîla şehîd Koçero Ûrfa şîn hate danîn.
Girseya gel û tevî siyasetmedar û endamên rêxistinan bi meşeke girseyî serdana qada sersaxiyê kirin.
Dayîka Şehîd Koçero Fadîle Arslan got, “Ez gelek keyfxweş im ku min kurekî wiha mezin kiriye. Bi kurê xwe serbilind im.”
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û fermandarê gerîla Metîn Arslan (Koçero Urfa) ku 4’ê Mijdara 2019’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Îro li navçeya Xelfetî ya Rihayê li gundê Amarayê şîn hate danîn û serdanên sersaxiyê têne kirin.
Girse, li qada şînê ji aliyê malbat û xizmên şehîd Koçero ve hat pêşwazîkirin.
Hevsrokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementerê DEM Partî Omer Ocalan di sersaxiyê de axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin her şehîdek heqîqetek e, ew ê têkoşîna wan berdewam bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.



