Wednesday 2026/06/10
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Mazlûm Ebdî: Em di hizura şehîdan û gel de soz didin ku emê ala te hildin

August 12, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Mazlûm Ebdî: Em di hizura şehîdan û gel de soz didin ku emê ala te hildin
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî di merasîma Fermandar û Pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî de axivî û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber keda heval Nûreddîn Sofî ya di şoreşê de minettarê wî ye. Em di hizura şehîdan û gel de soz didin ku emê ala te hildin.”

Di merasîma oxirkirina Fermandar û Pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ku li Stada Şehîdên 12’ê Adarê pêk hat de Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî axivî.

Fermandar Mazlûm Ebdî diyar kir ku heval Nûreddîn Sofî di salên 90’î de beşarî şoreşê bû, berî 35 salan dest bi şoreşê kir û li ser wî esasî xebatên xwe meşandin.

Mazlûm Ebdî got: “Heval Nûreddîn li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. 24 salan tevayî çiya û parçeyên Kurdistanê geriya û ew nas kirin. Di nava gerîlla de giha astên herî bilind. Îro çiyayên Kurdistanê gerîlayên li wan çiyayan heval Nûreddîn weke şervan û fermandarek bi cesaret nas dikin.

Heval Nûreddîn piştî 24 salan li çiyayê Kurdistanê bi herfên zêrîn navê xwe neqişand. Li ser xwesteka hevalên wî, li ser xwesteka me hemûyan 2013 tevlî şoreşa Rojava bû heta şehadeta xwe. Di tevayî saziyên şoreşê de keda heval Nûreddîn heye. Di şoreşê de bi navê  Adil xebat da meşandin”.

 Mazlûm Ebdî anî ziman ku hemû hevalên li Rojava ew weke pêşengek nas kirin û wiha domand: “Keda wî di hemû saziyên me de heye. Di zansita gel de, di biratiya gelan de kedek wî ya mezin heye. Sala 2017’an bi awayek xurt tevlî şerê dijî DAIŞ’ê bû. Heval Nûreddîn di hemû operasyonan de cih girt ji Reqa heta Dêrazorê û fermandarî kir. Li Baxozê fermandarê wê cengê bû.”

Mazlûm Ebdî têkoşîna Fermandar Nûreddîn a di Berxwedana Serdemê de bi bîr anî û wiha got: “Li wir hêza me rêve dibir. Heta dawî Berxwedana Serdemê bi rê ve bir. Em dikarin bêjin şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevayî ast û qadên wê de heval Nûreddîn hebû. Kedeke xwe ya mezin hebû. Ji bo wê em dibêjin Şoreşa Bakur û Rojhilatê  Sûriyê minettarê heval Nûredddîn e. QSD, xebatên siyasî minetdarên heval in. Pêşketina tifaqa gelan minettarê heval Nûreddîn e. Ji ber ku pêşengî kir, bi her kesî re di têkiliyan de bû. Bi Ereban re ereb bû, bi Kurdan re kurd bû, bi Suryanan re suryan bû. Vê jî serkeftin ji Şoreşa Rojava re anî.”

Mazlûm Ebdî got: “Em careke din dibêjin, dê xebata me bidome. Îro em piştî 14 salên şerê dijwar di pêvajoyeke diyalogê. Şehîdên me xwîna xwe rijandin. Em dixwazin bi encam bikin. Em di hizûra şehîdan de soz didin, çawa me xebata li dijî DAIŞ’ê da meşandin, emê vê  xebatê  jî bidomînin. Dê xwîna şehîdan vala neçe. Îro dê QSD, saziyên me ku heval Nûreddîn têde cih girt, di Sûriyeya nû de cih bigirin. Çawa ku gelê me li cem şehîdên xwe û hêzêne xwe cih girt dê îro jî li gel wan cih bigire. Çawa ku hevalên me bi qehremanî ev şer dan meşandin, niha jî  dê vê pêvajoyê bimeşîne. Em hêvîdarin ku çawa gelê me di pêvajoya şerê li dijî DAIŞ’ê de piştgirî da QSD’ê, dê niha jî bi heman awayî piştgiriyê bide”.

Fermandar Mazlûm Ebdî bi zimanê erebî bang li gelê Ereb ê beşarî merasîmê bibûn kir û got: “Baweriya heval Nûreddîn bi hevgirtina gelan hebû û di wê rêyê de têkoşiya. Têkiliya wî bi gelê Ereb re xurt bû û hêzên me yên Ereb pir jê bawer bûn. Ew yek ji hevalên destpêkê bû ku pêkhate di nava Rêveberiya Xweser de bicih kir. Em bi hevalê xwe serbilind in”.

Mazlûm Ebdî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em di hizûra we, şehîdan de dibêjin şoreşgerê mezin fermandarê hêja, rêheval Adil, rêheval Nûreddîn Sofî em bi te serbilind in, hevalê te û gelê te bi te serbilind in. Bila rihê te şand be. Tu caran bila çavê te pişt nemîne em hevalê te gelê emê ala te hildayî hildin. Em soza serkeftinê didin. Oxirbe hevalê delal Nûreddîn oxirbe ey şehîd.”

Previous Post

Ji bo şehîd Koçero Urfa, li gundê Amarayê şîn hate danîn

Next Post

NÛÇE

Weşana girêdayî

Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn

Şandeya zanîngeha Kobanê bi Prof. Dirk Ruchtus re civiya
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şandeya zanîngeha Kobanê bi Prof. Dirk Ruchtus re civiya

Li Hesekê ji bo Parastina jîngehê belavok hatin belavkirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Hesekê ji bo Parastina jîngehê belavok hatin belavkirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye