Li Mexmûrê leheng û fermandarên Tevgera Azadiya Kurdistanê Şehîd Nûreddîn Sofî, Şehîd Koçero Ûrfa û Şehîd Bextiyar Gabar bi merasîmekî bi heybet hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Heserokê Meclîsa Gel a wargehê Ehmed Şehbaz axivî.
Ehmede Şehbaz sersaxî ji malabata her sê şehîdan xwest û wiha got:
“Bi rastî mirov nikare bi çend gotinan hestên xwe li ser hevalê Sofî bîne ziman.
Eger îro gelê me di nava civaka cîhanê de tê gotûbêj kirin, ev bi keda hevrê Sofî, hevrê Koçero û hevalên wanin.”



