22 cenazeyên qurbaniyên Fermana Êzidiyan gihiştin Şengalê, ev yek piştî vekirina gorên komî û şandina hestiyan ji bo tesbîtkirina nasnameyan ji aliyê Tiba Edlî ya Bexda û Mûsilê pêk hat. Tiba Edlî tespît kir ku hestiyên hatine derxistin aîdî Êzidiyên Şengalê ne û di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ye.
Nasnameya 22 cangoriyan ku bi testa DNA’yê hatin tespîtkirin.
Îro cenazeyên wan anîn bîrgeha gundê Solax ê Şengalê.
Di birgeha gundê Solax de bi hezaran kesan cangoriyên fermanê pêşwazî kirin.
Sîbe wê li bîrgeha gundê Solax merasimeke fermî bê lidarxistin û cenazeyên cangoriyan bidin malbatê wan û di goristanên cuda de bên veşartin.



