Li Meclîsa Tirkiyeyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê îro civîna xwe ya sêyemîn li dar xist û biryar girt ku kesên di pêvajoya şer de mexdûr bûne bêne guhdarîkirin.
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu di civîna komîsyonê de diyar kir pirsgirêka Kurd dîrokî ye û divê kesên ku di dema şer de êş kişandine li Meclisê bên guhdarîkirin û destnîşan kir ku ev yek wê baweriya bi pêvajoyê re zêdetir bike.
Tanrikulu got, “Divê em pêşî bernameyeke xebatê deynin pêşiya xwe. Divê em kesên ku guhdar bikin diyar bikin.”
Tanrikulu anî ziman ku divê ew li malbatên Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Eren Bulbul û Dayikên/Mirovên Şemiyê û dayikên ku li Amedê di çalakiya rûniştinê de ne bên guhdarîkirin.
Hat ragihandin ku komîsyona di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin wê di 19 û 20’ê Tebaxê de li hev bicive.



