Volkana Semeru, ku li rojhilatê Girava Java ye, û Volkana Lewotobi Laki-Laki li parêzgeha Nusa Tenggara ya Rojhilat teqiyan.
Li gorî Antara News, rayedarên Çavdêriya Volkanê ya Semeru ragihandin ku Semeru di saet 09:38’an de bi dema herêmî teqiya, û xwelî ji çiyê derket û gihîşt bilindahiya nêzîkî 4.6 kîlometreyan ji asta deryayê.
Rayedaran diyar kirin ku Volkana Semeru di Asta Hişyariyê ya 2’Yan de dimîne, û hemû çalakî li başûrê rojhilatê herêma Besuk Kobokan, 8 kîlometreyan ji lûtkeyê dûr, qedexe ne.
Piştî teqîna Volkana Semeru, Volkana Lewotobi Laki-Laki ya li Nusa Tenggara Rojhilat jî di saet 14:05’an de bi dema herêmî teqiya.
Rayedaran ragihandin ku bilindahiya xweliya volkanîk a li Volkana Lewotobi Laki-Laki gihîştiye bilindahiya nêzîkî 1.7 kîlometreyan ji asta deryayê.
Endonezya, ku di erdhej û kembera volkanîk a Çembera Agir a Pasîfîkê de ye, nêzîkî 130 volkanên çalak hene.



