Şandeyek ji Bernameya Xwariynê a Cîhanî serdana Rêveberiya Xweser a li bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Şande ji rêveberiyê bernameyê li Sûriyê Miryan Ward, cîgirê rêveber Xalid Osman, serokê ofîsa şaxa li bakur û rojhilatê Sûriyeyê Husam Xalib û çend kesên din jî pêk tê.
Şande li Qamişlo ji aliyê hevserokên Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê, Hesen Şero û Xanim Vîvyan Beho Osê ve hate pêşwazîkirin.
Alî bi hev re civiyan û mijarên wekî rewşa heyî, nirxandina plan û brenameyên ku di serdema pêş de werin kirin hatin gotubêjkirin.
Wan li hev kir ku ji bo şopandina pêşketinan û misogerkirina pêkanîna armancên bernameyê, bicivin.



