bi nêzîkbûna 15’ê Tebaxê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê meşeke bi meşalayan li dar xist.
Bi boneya salvegera 41’an ya 15’ê Tebaxê Tevgera Ciwanên Şoreşger li çiyeyê Kewkeb yê bajarê Hesekê meşeke bi meşalayan li dar xistin.
Meş bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Di meşê de Endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn.
Her wiha al û wêneyên şehîd Egîd Korkmaz hat hildan û soza şopandina rêya şehîdan hat daîn.
“Guleya yekemîn a şehîd Egîd, di dîroka têkoşîna kêliyeke dîrokî ye”
Ciwan bi dirûşman, berxwedana şehîdan û Pêngava 15`ê Tebaxê silav kir.
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Helîme Îsmaîl got:
“Guleya yekemîn a şehîd Egîd, di dîroka têkoşîna doza gelê Kurd de, kêliyeke dîrokî ye.”



