Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û da zanîn ku 15’ê Tebaxê ji bo gelan û jinan nirxên azadiyê afirand.
Çîgdem Dogû diyar kir ku komîsyona Tirkiyê divê bi perspektîfeke dîrokî û zainstî tevbigere.
Çîgdem destnîşan kir ku divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê avakirin ku her bawerî û her nasnameyê di nava xwe de vedihewîne.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û pêngava 15’ê Tebaxê û mîsyona komîsyona li meclîsê ava bû nirxand.
Çîgdem Dogû: 15’ê Tebaxê ji bo gelan û jinan nirxên azadiyê afirand
Çîgdem Dogû destpêkê di şexsê hevalê Egîd, Zîlan Nûridîn Sofî û Koçero de hemû şehîdên şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî û got:
15’ê Tebaxê li Tirkiye û Kurdistanê, ya rast ji bo jiholêrakirina înkarkirina Kurdan destpêkekê îfade dike.
Wê fîşeka destpêkê hem di nava gelê Kurd de hem jî di nava gelên Rojhilata Navîn de tirs şikand, bû rojeke sembol.
Lewma 15’ê Tebaxê weke pêvajoyeke şer û xweparastinê bû, ku înkarkirina Kurdan bi dawî kir, ji bo gelê Kurd, gelan û jinan nirxên azadiyê afirand.
Çîgdem Dogû: Komîsyon divê bi perspektîfeke dîrokî û zanistî tevbigere
Çîgdem da zanîn ku avakirina komîsyonê gelekî girîng e û wiha anî ziman:
Divê komîsyon bikeve nava nêzîkatiyeke zanistî û stratejîk. Rêber Apo jî ev yek gelek caran anî ziman.
Dem bi dem Devlet Bahçelî jî bal kişand ser. Em jî zanin ku Rêber Apo ji salên 1990’î û pê ve qala tifaqa stratejîk a gelên Kurd û Tirk dike.
Lewma komîsyon ji nêrîna li roja me ya îro bêhtir, divê bi perspektîfeke zanistî û dîrokî tevbigere û nirxên ku di dîrokê de em li dora wê li bicivin û yên red bikin baş tespît bike.
Çîgdem Dogû: Divê teqez bi Reber Apo re hevdîtinê bike
Her wiha Çîgdem destnîşan kir ku divê komîsyon teqez hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, pê re nîqaş bike û perspektîfa ku dîne holê li ber çavan bigire û dibêje:
Nêrînên ku Rêber Apo di manîfestoya xwe û nirxandinên xwe yên beriya niha de destnîşan kir, xwedî tespîtên gelekî girîng û mezin in.
Rêberî vî karî bi cidiyeteke mezin dike.
Lewma divê komîsyon li nêrînên Rêber Apo guhdarî bike, cidî bigire, li gorî vê yekê nêzîkatiya xwe diyar bike, bixebite ku ev yek pîvana bingehîn a serketinê ye.
Çîgdem Dogû: Divê nasnameyeke welatparêziyê ya Tirkiyê bê afirandin
Di dawiyê de Çîgdem Dogû wiha anî ziman:
Li gorî me eger xwişk û biratiya Kurd û Tirk, tifaqa wan a stratejîk bê afirandin, hingî têgeha netewe jî divê jinûve bê nîqaşkirin.
Ji bo vê divê nasnameyeke welatparêziyê ya Tirkiyê bê afirandin ku her kesî vedihewîne.



