Şewata li çiyayên perava Sûriyê daristanên di navbera Laziqiyê û Hemayê dibe ber xwe.
Tîmên agirkujiyê jî nikarin xwe bigihînin cihên şewatan.
Şênî jî kesên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê bi berpirsiyariya vê bûyerê tawanbar dikin.
Ev zêdî 48 seatin daristanên li çiyayên perava Sûriyê yên ji Laziqiyê heta bi Hemayê dişewitin.
Ji ber erdnîgariya çiyayî û tengbûna rêyan tîmên agirkujiyê jî nikarin xwe bigihînin cihên şewatê.
Şênî jî nerazîbûna xwe ji ber nebikaranîna helîkopteran di vemirandina şewatê de anî ziman.
“Destê hikumeta veguhêz a Sûriyê bi pêxistina agir an jî nevemirandina wê heye”
Şêniyan kesên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê bi pêxistina agir an jî nevemirandina wê tawanbar dikin.
Şêniyan diyar kirin ku wan ev yek bi mebesta komkirina êzingan û firotina wan ji bo zivistanê kiriye.
Ev şewat gihaştiye çiyayên navçeya Beyt Yaşût a Ceblê.
Her wiha gefan li herêmên şêniyan û baxçeyên çandiniyê dixwe.
Agir ber bi gundewarên Laziqiyê, Hemayê û heta bi tixûbên Sehil El Xab ê Hemayê ve berfireh dibe.



