Meclisa Zanîngehan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku îdiayên dibêjin ku Zanîngeha Firatê-Şaxê Hesekê hatiye girtin ne rast in û armanc jî têkbirina aramiyê û jiyana hevbeş e.
Meclisa Zanîngehan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de îdiayên dibêjin ku Rêveberiya Xweser dike Zanîngeha Firatê – Şaxê Hesekê bigire, hatin redkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanc ji van îdiayan têkbirina aramiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi xurtkirina pêvajoya perwerdehiyê û pêşxistina asta zanîngehan hat kirin, her wiha hat diyarkirin ku Zanîngeha Rojava dê di demeke nêz de beşên nû li bajarê Hesekê veke.
Hat destnîşankirin ku xwendekarên Zanîngeha Firatê – Şaxê Hesekê dikarin dewama xwe bi awayekî asayî wekî berê bidomînin.



