Mam Zekî Şengalî di salvegera 6’emîn a şehadeta xwe de li Helebê hat bibîranîn, beşdarên bîranînê soza birêxistinkirina civaka êzidî û tohildana jinên êzidî da.
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di 15’ê tebaxa 2018’an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Şengalê şehîd bû.
Bi pêşengiya Mala Êzîdiyan a Bajarê Helebê, şehîd mam Zekî li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat bibîranîn.
Li ser navê Rêveberiyê Mala Êzîdiyan Menan Cafer axivî.
Menan şehîd Mam Zekî bibîranî û got:
“Têkoşer Zekî Şengalî xizmeta welatê xwe dikir.
Di oxira parastina Êzidiyan, rêxistinkirina wan û pêkanîna hêviyên wan de şehîd bû.”
Menan Cafer anî ziman ku Mam Zekî Şengalî hêz û îrade da êzidiyan da ku karibin li hemberî fermanan bisekinin.
Piştî axaftina mûm li ser gorên Şehîdan hat pêxistin.



