Hikûmeta Lubnanê di 5’ê Tebaxê de plana “bêçekkirina Hîzbûllahê” ragihandibû.
Ev plan ji aliyê yek ji tevgerên Şîa yên herî xurt ên welêt ve rastî nerazîbûneke tund hat.
Cîgirê Serokê Tevgera Şîa Naîm Qasim, roja Înê hikûmet bi “teslîmkirina welêt ji Îsraîlê re” tawanbar kir û got ev plan “dikare rê li ber şerê navxweyî veke.”
Qasim, vê daxuyaniyê piştî hevdîtina bi Serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî re, li Beyrûtê li ser televîzyona Al-Manar kir.
Serokê Hîzbûllahê got:
“Ev hikûmet fermanên Amerîkî-Îsraîlî pêk tîne da ku berxwedanê bi dawî bike.
Eger hewce bike, em ê şer bikin û li dijî vê planê derkevin.”
Hikûmeta Beyrûtê, di bin zexta Amerîkayê de û ji tirsa zêdebûna êrîşên Îsraîlê, ferman da artêşê ku heta dawiya salê planeke ji bo bêçekkirina Hîzbûllahê amade bike.
Ev biryar piştî şerê 2024’an ê bi Îsraîlê re, ku derbeyek giran li Hîzbûllahê da, hat.
Qasim, ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Îranê re tê nasîn, got:
“Heta ku êrîşên Îsraîlê berdewam bikin, berxwedan dê bidome û çek wê neyên dayîn.”
Qasim ji hikûmetê re got:
“Wezîfeya we ew e ku hûn welêt aram bikin, ne ku hûn wê radestî Îsraîl an Amerîkayê bikin.”



